Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandna li Îranê berdewam e

18:35 - 4 Çirriya pêşîn 2022

Roja Sêşemî 12ê Rezberê, li zanîngehên bajarên cur bi cur ên Îranê ji wan zanîngeha zanistên pizîşkî ya Tehranê, zanîngeha zanistên pizîşkî ya Buşehr, zanîngeha zanistên pizîşkî ya Yezdê û zanîngeha Azad a Necefabadê û zanîngeha Urmiyê û Tewrêzê, Sineyê û dehan zanîngehên dinê xwenîşandan berdewam bûn.

Xwendekarên zanîngeha Tewrêzê xwenîşandan kirin û bi silogana “ji Kurdistanê ber bi Tebrîzê hejarî, gendelî û cudahîdan” dengê xwe bilind kirin.
Xwendekarên Tehranê siloganên wek dujminê me li wir e û direw dikin Amerîka ye, mirin bo dîktator, rijiyane ser şeqaman.
Tevî kombûna nerizayetiyê ya xwendekarên Îran û Kurdistanê, dersxwanên dibistanan jî rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê siloganên merg û neman dan. Dersxwanan di siloganên xwe de bi rohnî gotin “em Komara Îslamî ya Îran” naxwazin û naxwazin.

Pêka vîdiyoyên belavbûyî vê gavê xelkê serhildêr li bajarê Tehranê li şeqama “Welîesr” xwenîşandanan bi rê ve didin.