Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Carek din balyozê Îranê li Alman bo Wezareta Derve ya wî welatî hat banghêj kirin

11:48 - 30 Çirriya pêşîn 2022

Berdevka Wezreta Derve ya Alman, “Andrea Sasse” daye zanîn ku bo cara duyem, balyozê rejîmê hatiye banghêjkirin ku ew yek di bersiva banghêjkirina balyozê Alman li Teranê bûye.

Herwisa piştî banghêjkirina balyozê Alman li Tehranê “Hans Edo Motsel” bo Wezareta Derve ya rejîmê û gotinên çewt ên Wezîrê Derve yê rejîmê “Husên Emîrebdullahiyan” ku tohmeta destêverdan li karûbarên navxweyê Îranê bi Alman dabû, Wezareta Derve ya Alman, balyozê rejîma Îranê carek din banghêj kir.

Wezîra Derve ya Alman “Annalena Baerbock”ê tevî îşarekirin bi rewşa Îranê gotiye: “Rewş nikare wek berê bi rê ve here, lema, em pêwendiyên xwe digel rewşê hevaheng dikin”.

Herwisa “Annalena Baerbock”ê bi tekezî gotiye ku, piştevanîkirin ji saziyên medenî ku di peydakirina belgeyan û şahîdên cinayetan li Îranê çalakiyê dikin, dê piştevanîkirina xwe bidomînin”.

Rejîma Îranê piştî pêdeçûna Alman li siyaseta xwe yên li hember rejîma Îranê û piştevaniya Alman ji serhildêrên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li 2`ê Xezelwerê balyozê Alman li Tehranê bo Wezareta Derve hatibû banghêjkirin.