Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Melayê belavkerê kîn û dijminatîyê ji Alman hat derxistin

12:00 - 30 Çirriya pêşîn 2022

Rojnameya Almanî ya “Bild” belav kiriye ku, melayê belavkerê kîn û dijminatî li Almaniyayê, “Silêman Mûsevîfer” bi biryara Dadgeha Bilind a Îdareya Almaniyayê, ji wî welatî hat derxistin.

Roja Şemî 8`ê Xelezwerê, rojameya “Bild” a Almaniyayê, di raporekê de daye zanîn ku, “Silêman Mûsevîfer” ê 46 salî ku cihgirê Navenda Îslamiya Hamborgê ye, bi sedema belavkirina kîn û dijminatî li nav xelkê de, divê ji Almaniyayê derkeve û heta 20 salên din mafê hatin bo axa wî welatî tune ye.

Herwisa vê rojnameyê belav kiriye ku, parêznameya wî melayê belavkerê kîn û dijminatiyê li Almaniyayê de, di dadgehê de bi yekcarî şikest xwariye.

Berê jî çendîn berpirsên Almanî gotibûn ku, navenda Îslamiya Hamborgê navenda sîxurîkirin bo rejîma Îranê ye û kîn û dijminatiyê di navbera xelkê de belav dike.