Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Zahidanê hêzên rejîma Îranê 3 zarok şehîd kirin

17:29 - 30 Çirriya pêşîn 2022

Li roja Înê 6`ê Xezelwerê di serkuta serhilêderên Zahidanê de, 3 zarokên Belûç bi teqeya hêzên serkutker yên rejîmê û bi gulleyên şer, hatin şehîdkirin.

“Kempêyna Çalakvanên Belûç” di dawîn amara xwe de belav kiriye ku, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê roja Înê 6`ê Xezelwerê zêdetir ji 53 kes ji xelkê serhildêr kuştin û birîndarkirin e ku 3 ji wan zarok in ku, di encama teqeya hêzên rejîmê de bi gulleyên şer û teqeya nîşanşiyên rejîmê ku li ser banên avahiyan cihgîr kiribûn, hatine şehîdkirin.

“Kempêyna çalakvanên Belûç” nasnameya wan zarokên şehîdbûyî wiha belav kiriye: “Adil Berîçî, Omîd Narûyî û Emîr Şehnewazî”.