Duh şev rêkevta 8`ê Xezelwerê nûciwanê bi navê Komar Deroftade temen 16 salî, di xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê li bajarê Pîranşarê şehîd bû.
Di 45`emîn şeva xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de, dersxwanê nûciwan, Komara Deroftade bi teqeya rasterast ya hêzên rejîmê şehîd bû.
Şehîdê nûciwan Komar Deroftade, berî şehîdbûnê li ser rûpela tora civakî ya xwe ya Înstgiramê helbesta “Nişat Hemedan” ya, “Em xelkê Rojhilata Navîn in, hinek ji me di şer de tên kuştin, hinek di girtîghegan de, hinek li ser rêyan, hinek li nav behrê de, heta bilinditirîn çiya jî, tola xwe ji me hil didin, ji ber ku karê mirine” nivîsî bû.
herwisa şehîd Komar Deroftade, di poste din a xwe de, helbesta helbestvanê Kurd, Hêmin Şerefkendî ya, “Veten can û ser û malê min fîdayê te, derd û kilên te li canê min bikevin, serê xwe li pêxema te de pêşkêş dikim da ku bizanî ez ciwanê bivêr û emegnasê te me”
Pêka amara Saziya Mafê Mirov ya “Kurdpa”yê, heta niha li xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de, tenê li Kurdistanê 53 xwenîşander ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve hatine şehîd kirin.