Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“New Zealand”ê gotûbêjên li derheq pirsên mafê mirovî yên digel Îranê ragirt

10:37 - 31 Çirriya pêşîn 2022

Roja Duşemî 9ê Xezelwera 1401an a Rojî, Wezîra Derve ya “New Zealand” “Nanaya Mahut” ragihand, welatê wê gotûbêjên du alî yên li derheq pirsên mafê mirovî digel Îranê ragirtiye û di rewşekê de ku rejîma Îslamî mafên destpêkî yên welatiyên xwe binpê dike û xwenîşanderan bi awayek hovane tepeser dike, gotûbêj digel wî welatî nayê qebûlkirin.

Herwisa navbirî ragihandiye ku, her tunditîjî û binpêkariyek li derheq mafê jinan, keçan û her takek ji civaka Îranê, ji aliyê rejîma Îranê ve bê encamdan, nayê qebûlkirin û divê ew kiriyarên han bi dawî bin.

Welatê New Zealand û Îran, li sala 2018an şûnda rêkevtibûn ku, her sal li ser pirsên mafê mirovî bi hev re kom bibin û gotûbêjan encam bidin.