Bazarî û dukandarên bajarê Şinoyê bo rêzgirtin ji çileya şehîbûna “Mîlan Heqîqî, Sedredîn Lîtanî, Ebduselam Gelwanî û Emîn Meirîfet” ku bi gulleyên hêzên rejîma Îranê hatibûne şehîdkirin, bazar û dukanên xwe daxistin.
Îro roja Duşemî 9ê Xezelwerê, çileya şehîdên serhildêr ên bajarê Şinoyê ye û xelkê bajarê Şinoyê û bazariyên wî bajarî, bo rêzgirtin ji yad û bîra wan şehîdên azadiyê, di çileya wan de tev dukan û bazarên xwe daxistin.