Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildana xwendekaran li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam e

12:21 - 31 Çirriya pêşîn 2022

Di bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de duh Yekşemî 8ê Xezelwera 1401an a Rojî, xwendekarên serhildêr carek din xwenîşandan kirin û li dijî binyata rejîmê silogan dan.

Li zanîngeha bajarê Sineyê, hêzên serkutker bi motorsîklêtan û teqekirinê li dora wê zanîngehê digeriyan, û xwendekar bi silogana bê şeref bêşeref bersiva wan dan û pasevanên wê zanîngehê singê xwe bo xwendekaran kirin bi mertal û îzna hatinê bi hêzên serkutker nadin.

Li xevtingeha keçan a “Firiştêgan”ê ya bajarê Sineyê hêzên serkutker dixwastin xwendekaran birevînin, lê mamosteyên zanîngehê bi amadebûn li vir, pîlana hêzên serkutker pûç kirin. 

Li Zanîngeha “Reşt”ê keçên xwendekar siloganana “Jina azad ez im, rezîl û hîz hûn in” didin.

Li zanîngeha Sehend a Tewrêzê, xwendekaran kombûna nerizayetiyê lidar xistin û silogana “bêje azadî” dan.

Herwisa li zanîngeha bajarê Urmiyê jî xwendekaran kombûna nerizayetî lidar xistin û di bersiva serkuta besîcan û hêzên ewlehî de sandîs bo aliyê wan avêtin.

Hêzên rejîmê li zanîngeha Dampizîşkiya Tehranê de dest bi lêdan û kutan û bêrîzîkirin bi xwendekaran re kirin; li zanîngeha El-zehraya Tehranê jî, keçên xwendekar kombûneke berfireh lidar xistin û silogana “Xamineyî qatil e” dan. Bi giştî di gelek zanîngehên Tehranê de serhildana xwendekaran hebû.

Ji zanîngeha Xeyam a bajarê Meşhedê çendîn girte vîdiyo belav bûne ku dide xuya xwenîşandanek berfireh hebûye û silogana “ez bikujîn, ew kesê ku xwîşka min kuşt, bêje azadî azadî” dan.

Pêka girte vîdiyoyan, li zanîngeha Pîşeyî ya bajarê Şahrûdê, xwendekaran bi lidarxistina xwenîşandanekê silogana “netirsin netirsin em bi hev re ne” dan.

Li bajarê Babolser ê girêdayî parêzgeha Mazenderanê, xwendekarên zanîngeha wî bajarî xwenîşandanek berfireh lidar xistin û siloganên wek “Mazenderan hişyar e, canê min fedayî Îranê” dan.

Li bajarê Serdeştê, xwendekarên wî bajarî xwenîşandan kirin û silogana “bêje azadî, azadî” dan.

Herwisa di xwendingeheke bajarê Kirmanê de xwendekaran bi avêtina xavikan û dîlankirinê, silogana “îsal sala xwînê ye Seyîd Elî dê jinav here” dan.