Duh şev 8ê Xezelwera 1401an a Rojî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek Mihabad, Serdeşt, Bokan, Merîwan, Sine, Avdana Îlamê û dehan bajarên din, xelkê serhildêr rijiyane ser şeqaman û li dijî herifîna rejîma Îranê silogan dan.
Xelkê serhildêr li bajarê Mihabadê rijiyane ser şeqaman, û wan di siloganên xwe de gotin: “Vir bajarê Pêşewa ye û bijî hizba Demokrat.”
LI Avdanan Îlamê xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê û binyata rejîmê silogan dan û hêzên rejîmê jî ew dane ber gulleyan.
Li şeqamek Sineyê serhildêr bi nîşaneya yekrêjiyê dest hevdu girtin û li dijî rejîmê siloganan didin.
Dengê silogana merg û mirin bo Xamineyî tev kolan û şeqamên Sineyê li xwe girtibû.
Li Sineyê bi roj hêzên serkutkar yên rejîmê li perencireyan teqeyê di nav malê xelkê dikin.
Bi şev jî xelkê serhildêr ji bo tolehildanê binkeyên hêzên serkutkar dişewitînin û wan binkeya hêzên besîc ya “Bawerêz” şewitandin.
Li Dîwandereyê silogana “rava caşan e” didan û heta direngî şev xelk li ser şeqaman bûn.
Xelkê netirs yên Dêwolanê jî bi hemû awayekî li dijî rejîmê çalakiyan dikin û yan li ser şeqaman in û yan jî şevane siloganan dinivîsin. Ew siloganên “bijî Qasimlo û Dêwolan- Demokrat” li ser dîwaran dinivîsin.
Li Pîranşehrê jî xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan; Şeva Şemî 7ê Xezelwerê xelk ji bo piştevanîkirin ji serhildana bajarên din yên Kurdistanê rijiyane ser şeqaman û silogana “Mihabad bi tenê nîne” dan. Mixabin hêzên rejîmê bi tundî ev dane ber gulleyên rasterast û çendîn kes birîndar bûn û serhildêrê 16 salî, yê bi navê “Komar Deroftadê” bi gulleyê serkutkaran hate şehîdkirin.