Wezîra Derve ya Almanyayê, Analîna Bêrbok di hevpeyvînekê de daye zanîn ku, ev lêkolînê dikin da ku çawa bikarin Spaha Pasdaran ji lîsteya terorîstan zêde bikin”
Navbirî di beşek din a hevpeyvîna xwe de got: “Ez çi li ser rewşa hovane ya Îranê bêjim, dema ku mirov van wêneyên xemgîn dibîne, ku keçên zarok li cem dayîkên xwe hatine qetilkirin û ew dîmenane gelek hovane ne. Her lewma em di hewlê de ne rejîma Îranê rastî hin tehrîmên din bînin û bikarin Spaha Pasdaran ji lîsteyê terorê zêde bikin.