Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerek ji şehîdbûn û birîndarbûna xelkê nerazî di Rojhilatê Kurdistanê de

18:38 - 4 Çirriya pêşîn 2022

Heta niha li Rojhilatê Kurdistanê 21 kesên nerazî di nav xwenîşandanan de ji aliyê hêzên rejîma serkutkar a Tehranê ve hatine şehîdkirin.

Ji wan 3 kes xelkê Urmiye, 4 kes Şino, 3 kes Şabat, 2 kes Dîvandere, 3 kes Kirmaşan, 1 kes Îlam, 2 kes Pîranşehr, 1 kes Seqiz, 1 kes Dêhgulan û 1 kes jî li Merîwanê hatine şehîdkirin.
Heta niha bi hezaran kes hatine birîndarkirin.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê li gor rohnbûna navan daye zanîn ku zêdetir ji 335 kes hatine binçavkirin ku di nav wan de 50 jin in û li hin bajaran zêdetir ji 100 kesî hatine girtin.