Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encûmena parastina mafên zarokan: Kuştin û bikaranîna zarokan di xwenîşandanan de rabigirin

18:49 - 4 Çirriya pêşîn 2022

Encûmena parastina mafên zarokan di daxuyaniyekê de bikaranîna zarokan ji bo tepeserkirina xwenîşandanên di nava şeqaman de û herwisa kuştin û girtina zarok û xortan di dema serhildana giştî ya Îranê de şermezar kir.

Vê encûmenê di daxuyaniya xwe de daxwaza rawestandina “tundûtîjiya li dijî zarokan” kiriye û ji rayedarên rejîma Komara Îslamî re gotiye: “Destên xwe li ser maşeya tifengê rakin”.

Digel zêdebûna serhildana seranserî ya gelên Îranê û westiyayîbûn û nebûna hêzên tepeserker ên Komara Îslamî ya Îranê, wêneyên zarok û xortan bi kincên dijî şoreşê yên Besîc û Spahê Pasdaran li ser torên civakî hatin belavkirin.

Herwisa di du hefteyên derbasbûyî de li seranserê Îranê zarok û ciwan ji aliyê hêzên tepeserker ve hatin kuştin û girtin.