Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtina seranserî li bajarên Kurdistanê û Îranê berdewame

14:20 - 1 Çirriya pêşîn 2022

Xelkê Kurdistanê li ser banghêjiya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Rojhilat îro Şemî 9`ê Rezberê tev bazar û dukanên xwe daxistin û kedkar û xwandekar jî tevlî vê mangirtina seranserî bûn û li kilsaên dersê de amadebûn û xwenîşandan lidar xistin.

Bajarên Kurdistên yên weke Bane, Şino, Seqiz Bokan û Urmiye û Mehabad, Makû, Selmas, Xoyî, Serdeşt, Sine, Kirmaşan, Kamêran û herwisa bajarên Îranê yên weke Tehran, Meşhed, Îsfehan, Kerec, Sêman, Kirman û Ehwazê jî tevî mangirtina seranserî xwenîşandan jî hebûn.