Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwanîşandanên dersxwan xwandekaran yên li dijî qetlên hikûmetî yên hêzên serkutker yên rejîma Îslamî berdewam in

09:12 - 5 Çirriya pêşîn 2022

Roja Sêşemî 12`ê Rezberê  li piraniya bajarên Îranê yên weke Kerec, Zencan, Tehran, Seziq, Urmiye Mehabad û …. hwd, dersxwan û xwandekar rijyane ser şeqaman û  li dijî serkutkarî û qetlên hikûmetî yên rejîma Îslamî xwenîşandanên berfireh lidar xistin.

Di wan xwenîşandan de dersxwan û xwandekaran siloganên weke, “elîtên me kuştin û axûnd bichê danîn” dan û xavikên xwe jî havêtin.

Di 18emîn roja xwenîşandanên seranserî de xwandekarên zanîngeha El _ Zehra ya Tehranê rijiyane ser şeqaman û li dijî serkutkarî û dirindehiyên hêzên serkutkar yên rejîma Îranê  û hêzên besîc û Spaha Pasdarana terorîst silogan dan.

Tevî qutkirina hêla înternetê ji aliyê karbidestên rejîma Îslamî a Îranê ve, duh dersxwan û xwandekar û bazariyên piraniya bajarên Îranê rijiyane ser şeqmanan û bêzariya xwe li rejîmê nîşan dan.