Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya hikûmetên derve ji xwanîşandanên seranserî yên Îranê û şermezar kirina rejîma serkutkar

09:36 - 5 Çirriya pêşîn 2022

Berpirsê Yekîtiya Ewropayê  “Josep Burrell” di parlemena Ewropayê de got: Yekîtiya Ewropayê ji ber qetla hikûmetî ya Jîna(Mehsa)Emînî û serkutkirina xwenîşandanên li dijî hikûmeta Îranê ku bûye sedema can jidestdana dehan welatiyan, dê wê rejîmê baykut bike.

Her di vê pêwendiyê de rayedarên berê û yên niha yên Amerîkayê jî, di yek eniyê de piştevanî ji xwenîşandanên seranserî yên Îranê kirin û serkomarê wî welatî “Jeo Biden” got: Amerîka bona piştevanîkirin ji azadiya jinan û xelkê Îranê hin biryarên nû li dijî vê rejîma serkutkar dide.

Wezîra Karê Derve ya Fransayê “Catherine Colonna” jî got: Yekîtiya Ewropayê li pey pêşîgiritin ji saman û qedexekirina siyahetên hejmarek ji berpirsên Îranî yên ku di tepeserkirina xwepêşanderan de dest hebûne de ye.

“Abeer Sahlani”, endama parlemena Ewropayê jî bo piştevanîkirin ji xwenîşandanên seranserî yên Îranê û şermezarkirina qetla hikûmeta ya Jîna(Mehsa)Emînî bi destê hêzên serkutkar yên rejîmê, di dawiya axaftinên xwe di parlemenê de li ber çavên parlementoyan silogana "Jin, jiyan, azadî" da û porên xwe birîn, û hevxemiya xwe bi tevgera jinên Îranê û azadiya gelê vî welatî nîşan da.