Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Îran dê tawanên giran bide

10:22 - 5 Çirriya pêşîn 2022

Berdevka Koşka Spî, “Kerîn Jan Pîr” bi îşarekirin bi nîgeraniyên dewleta Amerîkayê derheq tepeserkirina bi tundî ya xwenîşandanên aştiyane li Îranê daye zanîn: “Emê dê berdewam bin li ser danîna cezayên zêdetir li dijî berpirsên tepeserên Îranê yên ku xwenîşander li Îranê kirine armanc.”

Berê jî “Joe Biden” hevxemiya xwe bi xwenîşanderên Îranê re ragihandibû û diyarî kiribû: “Amerîka digel jin û hevwelatiyên Îranî ye ku bi netirsiya xwe dibine mînak bo cîhanê.”

“CNN”ê jî pêka çavkaniyek agehdar ragihandibû ku tê çavnihêrîkirin ku dewleta Amerîka dê li wê heftiyê berpirsên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê û wan kesên ku di tepeserkirina xwepêşandanên xelkê Îranê de rol hebûne, tehrîm bike.