Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdhejek li bajarê Xoyê çêbû û zêdetir ji 276 kes birîndar bûn

10:31 - 5 Çirriya pêşîn 2022

Sibeha îro erdhejek li bajarê Xoyê yê ser bi parêzgeha Urmiyê çêbû û li gor amarên rejîmê heta niha, nêzî 276 kes birîndar bûne ku ji wan 68 kes bi sedema birînên dijwar li nexweşxaneyan hatine razandin.

Hatiye zanîn ku li parêzgehên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê jî hest bi erdhejê hatiye kirin.

Navenda Tomarkirina Erdhejan a Îranê daye zanîn, ku erdheja bajarê Xoyê bi hêza 5.4 pileyî bûye.

Di vê erdehejê de 200 xanî rastî xisaran hatine ku li navbera 10 heta 50 ji sedî herifîne.