Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir

10:42 - 5 Çirriya pêşîn 2022

Roja Duşemî 11ê Rezberê endamekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê yê bi navê mela “Elî Pûrselîmî” xelkê gundê “Hisar” yê girêdayî devera “Berandêzê” koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî li sala 1358an a Rojî weke endamê hizbê kar û çalakî hebûye.

Xwedêjêrazî weke mamosteyek olî li mizgevit û cihên olî de bi awayekî eşkere banghêjî bo siyasetên Hizba Demokrat dikir.

Mamosta “Elî” kesekî cihê baweriya xelkê deverê bû, û du birayên wî yên bi navên “Ehmed û Mihemed Pûrselîmî” şehîdên PDKÎ ne û li sala 1360 û 1363an a Rojî hatine şehîdkirin û tevlî karwanê nemiran bûne.

Termê xwedêjêrazî li ware wî bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxî dibêjî malbat û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe bi hevparê xema wan dizane.