Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Haydariyek ji aliyê beşa darayî ya derveyî welat ya Hizba Demokrat

11:20 - 5 Çirriya pêşîn 2022

Bo haydariya dost, alîgir û dilsozên hereketa rizgarîxwaziya Rojhilatê Kurdistanê û Hizba Demokrat  a Kurdistana Îranê!

Herçawan ku tev alî haydar in, piştî destpêkirina serhildana Jîna li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, rejîma kevneperest û cinayetkar a Komara Îslamî bi mebesta taybet a xwe bo carek din jî bi awayên dirindane êrîşkiriye li ser binke û cihê rûniştina malbatên ser bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê.  Her di vê çarcoveyê de, gelek kesayetiyên dilsoz û nîştimanperwer yên li derveyî welat bona alîkarîdanê û bo komkirina alîkariyan bo malbatên Hizba Demokrat kempeynê lidar bixînin, ji me re pêwendî giritine. Ji aliyê beşa darayî ya li derveyî welat, tevî spas û pêşwazîkirin ji alîkarî dan û bi hawar hatina wan dilsozan, her ji vê rê ve haydar dikin ku alîkariyên xwe bo hesaba Encûmena Bayan bo hejmara hesaba xwarê bişînin.

Spas bo hesta mirovdostane û nîştimanperwerane ya we!

Bayan

IBAN SE58 9500 0099 6042 0304 2918

BIC NDEASESS

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Beşa derveyî welat

4`ê Çiriya Pêşîn a 2022`an