Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraqê daxwaz ji Şêwraya Asayşa Navdewletî kir ku bombebarankirina Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve şermezar bike

11:50 - 5 Çirriya pêşîn 2022

Mihemed Behrul Ulûm, nûnerê Îraqê di Saziya Navnetewî de ji Şêwreya Asayşa Navdewletî xwest da ku ji serweriya welatê wan piştevanî bike û destdirêjiya rejîma Îranê bo ser axa Îraqê şermezar bike.

Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniyên Îraqî, roja Sêşemî 12`ê Rezberê, Mihemed Behrul Ulûm bi Şêwreya Ewlehiê re gotiye: “Bombebarana Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, bûye sedema kuştina Îraqî û tirsa xelkê vê navçeyê.

Hevdem nûnerê Saziya Navnetewî yê li Bexdayê piştî civîna Şêwreya Ewlehî got: Divê Îraqê li keviya qutbûnê dûr bê ragirtin.

Ev civîna Saziya Navneteweyî piştî êrîşên mûşekî û dronên xweteqîner yên rejîma Îranê bo ser binke û malbatên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û partiyên din yên Kurdî yên li Herêma Kurdistanê ku çendîn kuştî û birîndar lipey xwe hebû hat lidarxistin.