Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deverên Sîdekan û bilindahiyên Seqer û Berbizîn di bin agirê topbaranê de ne

15:53 - 5 Çirriya pêşîn 2022

Rejîma Îslamî a Îranê ev 12 roj in ku li rêya topxaneyên xwe êrîşkiriye li ser deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê.

Îro Çarşemî 13`ê Rezberê, rejîma Îslamî ya Îranê di berdewamiya destdirêjiyên xwe yên bo ser axa Herêma Kurdistanê, bi top û katoşayan deverên Sîdekan û bilindahiyên Seqer û Berbizînê topbaran dike.

Rejîma Îslamî ya Îranê di wan êrîşan de cihên xelkê medenî jî topbaran dike, lê heta niha ti xisarek canî li pey nebûye.

Zêdetirî hefteyekê ye ku rejîma Îranê deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike û her bi vê sedemê jî xisarek zêde a madî gihîştiye xelkê deverê.

Ev topbaran ji aliyê Civata Cîhanî ve hatiye şermezarkirin.