Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji hezar sînemagerên Fransî ji xwenîşandanên Îranê piştevanî kirin

16:51 - 5 Çirriya pêşîn 2022

Kesayetiyên navdar ên sînemaya Firansayê di daxuyaniyekê de, ku roja Sêşemî 12ê Rezberê hatiye weşandin, tevî piştevanîkirin ji xwenîşanderên Îranê, li ser siloqana “jin, jiyan, azadî” û kuştina Jîna Emînî ku di encama “tundûtîjiya hêzên rejîma Îranê” de hate kuştin,  tekezî kirine.

Di vê daxuyaniyê de, îşare bi raporta Rêxistina Lêborîna Navnetewî ku dibêje, berpirsên rejîma Îranê alavên kujer li dijî xwenîşanderan bikar anîne, tekez kirine û dane zanîn ku heta 30 Îlonê zêdetir ji 52 kes li Îranê hatine kuştin.

Bilî wan kesayetiyane, hezaran kesayetiyên navdar yên cîhanê li hember serhildana seranserî ya Îranê bertek nîşan dane û piştgêriya xelkê nerazî kirine.