Bi sedema çêbûna erdheja bajarê Xoyê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 528 kes hatine birîndarkirin û zêdetir ji 50 xanî jî bi giştî hatine herifîn.
Pêka amarên Navenda Hawarhatina rejîma Îranê, li 12 gundên ser bi bajarê Xoyê erdhej çê bûye, ku 500 xanî tûşê ziraran hatine û 50 xanî bi tevahî herifîne û 450 xanî bi rêjeya ji sedî 20 heta 50 rastî zirarê hatine.