Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên li dijî qetla hikûmetî ya Jîna (Mehsa)Emînî ya bi destê hêzên serkutkar yên rejîmê, hevdem digel mangirtina seranserî berdewam

15:25 - 1 Çirriya pêşîn 2022

Xwandekarên zanînigeha Şîrazê di sêyemîn hefteya xwenîşandanên li djî qetla hikûmetî ya Jîna (Mehsa)Emînî bi destê hêzên serkutkar yên geşta îrşada rejîma Îslamî û digel mangirtina seranserî ya li bajarên Kurdistan û Îranê, li ber deriyên zanîngehê xwenîandanên nerazîbûnê lidarixistin û destmala serê xwe havêtin û siloganên li dijî rejîmê dan.

Her dibê pêwendiyê de Xwandekarên zanîngeha Azad a Goherdeştê jî, di sêyemîn hefteya xwenîşandanên li dijî qetla hikûmetî ya Jîna (Mehsa) Emînî bi destê hêzên serkutkar tên geşta îrşad a rejîmê û hevdem digel mangirtina seranserî ya li bajarên Kurdistan û Îranê li hevşa zanîngehê de kombûn siloganên li dijî Xamineyî û rejîmê dan.

Di piraniya zanîngehên seranserê Îranê de xwandekaran xwenîşandanên li dijî qetla hikûmetî ya Jîna(Mehsa)Emînî bi destê hêzên serkutker yên rejîmê kombûn lidarixistin û siloganên li dijî rejîmê dan.