Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nasnameya 3 welatiyên canjidestdayî yên Seqizê di nav xwenîşandanan de hat eşkerekirin

17:58 - 5 Çirriya pêşîn 2022

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye ku Mihemed Zari`î, Elîriza Fethî û Rozbê Xadimiyan, sê hevwelatiyên bajarê Seqizê di meşa xwenîşandanên seranserî de li bajarên wek Qerçek, Qezwîn û Ferdîsa Kerecê de bi teqeya hêzên rejîmê hatine şehîdkirin.

Ajansa Nûşegihaniya Kurdpayê daye zanîn ku, Mihemed Zari`î demjmêr 21`ê şeva Çarşemî 31`ê Xermananê di kombûnên li devera “Baqirava” ya ser bi bajarê Qerçekê bi sedema teqeya hêzên ewlehî bi tundî birîndar bibû û di dema veguhastina wî bo nexweşxaneya “Setarî” a Qerçekê canê xwe ji dest daye.

Herwisa hatiye zanîn ku Elîriza Fethî temen 22 salî roja Çarşemî 31`ê Xermananê di nerizayetiyên seranserî yên li şehreka Pîşeyî ya Elvend a ser bi parêzgeha Qezwînê bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest dabû û termê wî piştî wergirtina soznameyê ji malbata navbirî re hatibû danê û li bajarê Elvendê bi axê hatibû spartin.

Kurdpayê li gor çavkaniya xwe daye zanîn ku Rozbê Xadimiyan dukana mobaylfiroşiyê li Ferdîsa Kerecê hebûye û li 30ê Xermananê ku di nav xwenîşandanên nerizayetiyê de beşdarî kiribû bi 5 gulleyan ji aliyên hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibû şehîdkirin.