Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di xwenîşandanên nerizayetiyên Îranê de aliyê kêm 154 xwenîşander hatine kuştin

18:00 - 5 Çirriya pêşîn 2022

Roja Sêşemî 12`ê Rezberê Saziya Mafê Mirov ya Îranê amara kuştiyên nerizayetiyên li Îranê aliyê kêm 154 kes ragihandiye ku di nav wan kuştiyan de 9 zarok hene û ev cinayeta rejîma Îslamî ya Îranê şermezar kir.

Mehmûd Emîrîmuqedem berpirsê vê saziyê ragihandiye ku, ev amara kuştiyan ya 17 parêzgehên Îranê ye ku zêdetirîn kuştî li parêzgeha Sîstan û Belûçistan, Mazenderan, Gîlan û parêzgeha Urmiye de qwemî ne û komkujiya Zahidên bi tundî şermezar kir.

Mehmûd Emîrîmuqedem kuştina xwenîşanderên nerazî ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îranê ve bityabet yên li Zahidanê cinayet li dijî mirovahiyê dizane û got jî:“Kuştina xwepêşanderan li Îranê, bi taybetî kuştina ku li Zahidanê hat kirin, mînaka cinayet li dijî mirovahiyê ye, û Civaka Cîhanî erkdar e ku vê tawanê bişopîne û rê li ber tawanên nû yên Komara Îslamî bigire.