Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Mafê Mirovan a Îranê; Heta niha herî kêm 182 xwenîşander li Îranê hatine kuştin

10:39 - 6 Çirriya pêşîn 2022

Di 19mîn roja xwenîşandanên xelkê seranserê Îranê yên li dijî herifîna rejîmê de, saziyên mafê mirovan, dane zanîn ku herî kêm 182 hevwelatiyên xwenîşander yên Îranê li bajarên cuda yên Îranê hatine şehîdkirin.

Roja Çarşemî 13ê Rezberê, Navenda Mafê Mirovan a Îranê, bi rohnbûna navan, lîsteta kesên ku di xwenîşandanên Îranê de hatine kuştin belav kir û ragihand ku heta niha nasnameya 182 xwenîşanderan li seranserê Îranê hatiye rohnkirin ku di nav wan de tenê 88 kes di nav xwenîşandanên Zahedanê de hatine kuştin.

Piştî vê ku Spaha Pasdaran, besîc û hêzên polîs ên Îranê nimêjkerên Mizgefta Mekkî ya Zahidan dane ber gulleyan, şer û pevçûn di navbera wan û xwenîşanderan de çê bû ku gelek hevwelatiyên Belûç rijiyane ser şeqaman, lê Spaha Pasdaran ew dane ber gulleyên rasterast û zêdetirê 80 kes hatine şehîdkirin.