Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîka Şakirî ji aliyê rejîmê ve hate kuştin\ Rejîm gefan li malbata wê dixwe

10:42 - 6 Çirriya pêşîn 2022

Nûçegihaniya "Tasnîm" a girêdayî  Spahê Pasdaran roja Çarşemî 13`ê Rezberê vîdyoyek çêkirî belav kiriye û dibêje dawî vîdiyoya Nîka Şakirî ye ku li nav xwenîşandana nebûye.

Hêzên rejîmê gef li malbata navbirî xwarine ku divê rabigehînin Nîka bi sedema teqeya hêzên rejîmê nehatiye kuştin û heta di nav xwenîşandanan de jî beşdarî nekiriye, wê xwe ji avahiyekê re avêtiye xwarê û dawî bi jiyana xwe aniye.

Eva jî di halekeê de ye pêka nameya goristana "Biheşta Zehra" a bajarê Tehranê "Nîka Şakirî" bi sedema berketina derbên giran canê xwe ji dest daye.

Herwisa dayîka wê jî ragihandiye ku "Nîka" bi mebesta beşdarîkirin di xwenîşandanan de ji mal çûye derê û di dawî pêwendiya telefûnî de ragihandiye ku hêzên rejîmê li pey wê ne.