Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

RSF: di wan rojan de 5 rojnamevanên din li Îranê hatine binçavkirin

11:39 - 6 Çirriya pêşîn 2022

Saziya Reporterên Bêsînor daye zanîn ku, roja Sêşemî 5 rojnamevanên Îranî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên wî welatî ve hatine binçav kirin.

Saziya Reporterên Bêsînor (RSF) derheq rewşa rojnamevanan di rojên xwenîşandanan de belav kiriye, roja Sêşemî 4ê Çiriya Pêşîn a 2022an 5 rojnamevan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve hatine girtin û hejmara rojnamevanên girtî di dema 20 rojên xwenîşandanan de gihîşte 28 kesan.

Saziya Reporterên Bêsînor daxwazê ji civaka navdewletî dike ku nehêlin rejîma Îranê mafên azadiya ramanê binpê bike û givaşê bixe ser da ku rojnamevanên girtî azad bike.