Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mêhrdad Poladî: çêlekên meclisê bêdeng in

12:07 - 6 Çirriya pêşîn 2022

Lîstikvanê topa pê yê berê yê tîma Îranê "Mêhrdad Poladî" li ser hesaba xwe ya înistagramê bi heştega Mehsa Emînî nivîsî: "Di dîrokê de binivîsin, seba xelkê Îranê dengê tev xelkê cîhanê hate bilindkirin, bilî 290 çêlekên ku di meclisê de rûniştine û xwe bi nûnerên xelkê dizanin."

Mêhrdad Poladî, lîstikvanê berê yê tîma futbola Îranê, piştî girtina Husên Mahînî lîstikvanê topa pê jî, ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Îran ve hatibû girtin,  li ser înstagrama xwe ji bo piştevanîkirin ji wî, nivîsîbû: Şerfdar bî, yên bêşeref  taqetê naynin.