Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina neteweyên bindest yên Îranê digel wezîran û nûnerên parlementran li Ottawa yê

15:04 - 6 Çirriya pêşîn 2022

Roja Çarşemî 5`ê Çiriya Pêşîn nûnerên siyasî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Serokê Encûmena Serkirdayetiya Eniya Nîştimanî ya Mafê Çarenivîsê, li parlemena Federal li bajarê Ottawa yê digel wezîrên weke, Wezîrê karê Derve, Dadwerî, Tendrustî,  Jîngeh û hejmarek ji nûnerên parlemenê hevdîtin pêk anîn.

Teha Heseniyanî û Ebû Şerîf Ehwazî di vê hevdîtinê de dawîn guherînkariyên Îranê û rewşa xebata neteweyan behs kirin û herwisa şêwazên serkutkariyên vê dawiyê yên rejîmê yên li derheq neteweyên kêm û ayînî ji aliyê rejîmê ve behs kirin.

Teha Heseniyanî û Selah Ebû Şerîf Ehwazî, di raportekê de daxwazkarî û çavnhêriyên neteweyan pêşkêşî wezîran û nûnerên parlemenê kirin.

-Pêşîgirtin ji çawaniya tawanbarên cinayetên li dijî neteweyan bo Kanadayê.

-Piştevaniya Kanadayê ji mafê xwenîşanderan û neteweyan li kora giştî ya NY û Şêwreya Ewlehî de.

-Herwisa ji Kanadayê daxwaz dikin bo behskirin û goncandina mafê mirov li Lihevkirina Bercanê ya digel rejîma Îranê ji aliyê Amerîkayê  û Ewropayê ve.

Wezareta Karê Derve ya Kanadayê demjmêrek piştire encama vê civînê radestî “Jastin Trudeau” Wezîrê Karê Derve yê Kandayê kirin.