Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, roja Çarşemî 13ê Rezberê, nûciwanek bi navê “Nîma Şefeqdost” yê temen 16 salî û kurê Bêhrûz û xelkê gundê “Zindeşt” yê ser bi bajarê Selmasê û rûniştiyê taxa “Kuştargah” a bajarê Urmiyê di meşa kombûnên nerizayetiyê yên bajarê Urmiyê ku hatibû birîndarkirin di yek ji girtîgehên ewlehî yên rejîma Îranê de canê xwe ji dest da.
Kurdpayê li gor çavkaniyek agehdar daye zanîn ku ew nûciwane di odeke mala xwe de li bin tedawiya pizîşkî de bû ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û bo girtîgehek ewlehî hatibû veguhastin.
Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê piştî çend roj ji binçavkirina navbirî roja Çarşemî termê wî pêşkêşê malbata navbirî kirine.
Li gor amara Nûçegihaniya Kurdpayê heta niha 25 kes di nav xwenîşandanên xelkê nerazî di Rojhilatê Kurdistanê de hatine şehîdkirin.