Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Josep Burrell” carek din daxwaz ji rejîma Îranê dike ku tundûtîjiyan rabigire

17:12 - 6 Çirriya pêşîn 2022

“Josep Burrell” Serokê Siyasta Derve ya Yekîtiya Ewropayê roja Pêncşemî 14 Rezberê carek din daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku demûdest tundûtîjiyan li dijî xelkê Îranê rabigire.

Herwisa navbirî bi belavkirina twîtekê daxwaza azadkirina tev binçavkiriyên vê dawiyê li Îranê kiriye û ji rejîma Îran daxwaz kir ku mafê xwenîşandanan li Îranê bi hêjayî mêze bike.

Herwisa di Twîta xwe de îşare bi vê yekê kiriye ku digel Wezîrê Derve yê rejîma Îranê civîn kiriye û tekezî kiriye ku ew Yekîtiye di halê lêkolîna tev bijardeyên li dijî rejîma Îranê de ye.