Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana Ewropayê biryarnameyek li dijî rejîma Îranê pejirand

17:15 - 6 Çirriya pêşîn 2022

Parlemana Yekîtiya Ewropayê bi pejirandina biryarnameyekê, kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi tundî şermezar kir û daxwaza sepandina cezayên Yekîtiya Ewropayê li dijî berpirsên tepeserkirin ên rejîma Îranê kiriye.

Ev biryarnameye ku roja Pêncşemî 14ê Rezberê li Brukselê bi 521 dengên erênî hat pejirandin, daxwaza lêkolîneke serbixwe, bêalî û bi bandor li ser kuştina trajîdî ya Jîna Emînî dike.

Endamên parlemana Ewropayê bi pejirandina vê biryarnameyê tekezî li ser vê yekê kirine ku berpirsên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ku di tepeserkirina xwenîşandanên seranserî de dest hebûne, divê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bêne tehrîmkirin.