Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwandingeha keçikan ya Hezreta Zeyneb ya Seqizê man girtin

15:33 - 1 Çirriya pêşîn 2022

Hevdem digel mangirtina seranserî ya li Rojhilatê Kurdistanê, keçikên xwandingehan yên pola yazide yên li xwandingeha Hezreta Zeyneb a li bajarê Seqizê li kilsa dersê de amade nebûn.

Xwandekarên keçik yên xwandingeha Hezreta Zeyneb di nav hewşa xwandingehê de rûiştin û li hember qetlkirina Jîna(Mehsa)Emînî  û nebûna azadiya gotinê nerizayetiya xwe anîn ziman.

Pêka nûçeya gihîştî, bi sedema piştevanîkirina hejmarek mamostayên bivêr yên xwandingehê, hewla birêveberê xwandingehê û yek û du mamostayên din bona şikandina mangirtina wan xwandekaran bê encam ma.

Piştire heraseta Perwerde û Hînkariya bajarê Seqizê û hejmarek ji wezîfedarên kinc şexsî yên îtlaatê hundrî hewşa xwandingehê bûn û bi dan qwel û sozên vala û gefxwarinê xastin dawî bi mangirtinê bînin, lê keçikên bivêr yên mangirtî bi awayek tund li hember rawestan û ragihandin ku ew daxwazkarê azadiyê ne.

We çima Jîna kuşt? We Çima zaroka du rojî kuşt? Beşek ji pirsên wan keçikan bûn li hêzên navendên ewlehî yên rejîmê.