Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

154 xwenîşander hatin şehîdkirin\ 25 ji wan Kurd in

17:03 - 7 Çirriya pêşîn 2022

Di serhildanên Îranê yên li dijî Komara Îslamî ya Îranê de herî kêm 154 kes ji wan 25 Kurd hatine şehîdkirin. Saziyên mafên mirovan dibêjin, hejmara kuştiyan gelek zêdetir e û wan tenê kariye nav û nîşana wan kesan piştrast bikin.

Li gor amaran heta niha 25 kes li Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin, ji wan li bajarên Seqiz, Dîwandere, Urmiye, Pîranşar, Şino, Kirmaşan, Dewolan û Merîwanê ne.