Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborîna Navnetewî: Li Zahedanê herî kêm 82 hevwelatî hatin kuştin

17:10 - 7 Çirriya pêşîn 2022

Saziya Lêborîna Navnetewî di daxuyaniyekê de, tepeserkirina hevwelatiyên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê şermezar kir û daxwaza avakirina mekanîzmayek ji bo lêkolînên serbixwe li ser tawanên ku hatine encamdan û berpirsên rejîma  Îranê li Neteweyên Yekbûyî kir.

Di daxuyaniya wê saziyê de hatiye ku di roja Îna bixwîn a Zahedanê û girtin û binçavkirinên piştî wê de herî kêm 82 xwenîşander yan jî xelkê bêguneh ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin û herî kêm 3 zarok jî di nav qurbaniyan de ne. 

Di beşeke daxuyaniyê de hatiye: “Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê ji bo domandina desthilatê xwe ji ti tawanekê naparêzin.”