Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

20 saziyên mafên mirovî ji “Joe Biden” re: Li hember rejîma Îranê derheq tepeserkirina xwenîşandanan derkeve

17:25 - 7 Çirriya pêşîn 2022

Hejmarek çalakvanên mafên mirovî yên Îran û Kurdistanê, digel 19 saziyên mafên mirovî, di nameyek hevbeş de bo serokomarê Amerîkayê, daxwaza rûbirûbûna zêdetir li hember tepeserkirina xwepêşandanên xelkê yên Îranê ji aliyê berpirsên wê rejîmê re kirin.

Wan saziyan li nameya xwe ya ji bo “Joe Biden” behsa kuştina Jîna Emînî di dema binçavkirinê de kirine û dane zanîn, li ser vê mijarê li seranserî Îranê li 103 bajar û bajarokên di 31 parêzgehên Îranê de xwenîşandan û grev hatin lidarxistin; Nerizayetiyek ku heta niha bûye sedema kuştina bi dehan xwenîşander û birîndarbûna hejmarek zêde ji wan.”

Di beşeke den a vê nameyê de hatiye: Bi hezaran hevwelatî ji wan rojnamevan, çalakvanên medenî û hunermend di xwenîşandanên vê dawiyê yên li seranserî Îranê de hatine girtin û beşek ji wan li girtîgehan di bin îşkenceyê de ne.

Wan saziyên mafên mirovî ji serokê Amerîkayê daxwaz kirine ku polîsên Ewlehiya Exlaqî ya Îranê tehrîm bike. Wan ji “Biden”, wekî "hêza demokratîk a pêşenga cîhanê", xwestine ku hevxemiya xwe û piştgirîya xwe ji jinan û xwenîşanderên Îranê re diyarî bike; Ji ber ku xelkê Îranê di rewşa niha de hewcehî bi piştevaniya Amerîka û hemû civaka navdewletî heye.