Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çavdêriya Mafê Mirovî: Hêzên rejîmê bi çekên şerker xwenîşanderan didine ber gulleyan

18:11 - 7 Çirriya pêşîn 2022

Çavdêriya Mafê Mirov roja Çarşemî bi belavkirina raorekê daye zanîn ku hêzên rejîma Îranê bi çekên şerker xelkê nerazî di nav xwenîşandnan de didine ber gulleyan.

Di raporê vê rêxistinê tekezî li ser vê yekê hatiye kirin ku ji bo rêgirtin ji kuştina xwenîşanderan li Îranê, pêwîstî bi givaşa navnetewî heye.
Ew saziye dibêje ku wan kuştina herî kêm a 9 zarokan di nav xwenîşandanan de piştrast kiriye.

Çavdêriya Mafê Mirovî bi belgên bi dest xistî dibêje ku di nav hin xwenîşandanan de hêzên ewlehiyê kesên ku direvin didine ber gulleyan.