Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistanê bi mebesta şermezarkirina serkutkirina xwandekar û dersxwanan

00:19 - 8 Çirriya pêşîn 2022

Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistanê digel bajarên din yên Kurdistanê bi mebesta şermezarkirina serkutkirin û binçavkirina xwandekar û dersxwanan daxuyaniyek hevpar belav kirin.

Roja Pênçşemî 6`ê Çiriya Pêşîn Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistanê li bajarên weke, Merîwan, Sewlava, Dîwandere, Sine, Kelaterzan, Seqiz, Zîvîye û Bîcarê bo piştevanîkirin ji xwandekar û dersxwanên Kurdistan û Îranê ku ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve hatine binçavkirin û serkutkirin daxuyaniyek hevpar belav kirin.

Di vê daxuyaniyê de îşare bi vê yekê hatiye kirin: Jîna Emînî dersxwana duh û sembola şoreşa îro ya xwenîşandanên seranserî li Îran û herwisa remza tev azadîxwazên Îran û Kurdistanê ye ku ji aliyê hêzên serkutkar yên geşta îrşad yên rejîma Îranê yên li bajarê Tehranê ve bi neheqî û bi şêwazek dirindane êrîşî li ser hat kirin û piştre her bi vê sebebê jî canê xwe ji dest dabû û bû sebeba şoreşa seranserî li Îran û Kurdistanê.

Herwisa di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye yaku bi serê Jina Emînî hat, cinayeteke mezin bû ku rejîma Îslamî ti demî heqîqeta vê bûyerê eşkere nekir û di civaka giştî ya Îran û Kurdistanê de bû sedema şoreşa seranserî û xwandekar û dersxwanên Îranê û Kurdistan dest bi xwenîşandanên seranserî bikin û daxwaza mafê rewa yên xwe bikin, lê desthilatdarên rejîma Îslamî a Îranê bi cihê ku ber bi daxwazkariyên wan we werin, bi xirabtirîn şêwazî wan binçav û serkut dike û bi hemen şêwazî jî hevwelatî ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve bi xirabtirîn şêwazî tên serkutkirin, lê şoreşa xwandekaran û hevwelatiyan bûye şoreşeke seranserî.