Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê Spaha Pasdaran di nav lîsteya saziyên terorîstî de xist

11:11 - 8 Çirriya pêşîn 2022

Hevdem digel xwenîşandanên seranserî yên Îranê û mûşekbarana binkeyên Partiya Demorkat a Kurdistana Îranê li nav axa Herêma Kurdistanê, ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve, dewleta Kanadayê jî Spaha Pasdaran xist nav lîsteya saziyên terorîstî de û hedev 10 berprisên wê saziyê jî bo hertimî baykut kir.

Ev biryara dewleta Kanadayê piştî xwenîşandanên 50 hezarî Îraniyên li bajarê Torento a wî welatî û hin bajarên di û herwisa bi givaşên malbatên qurbaniyên balafira Ukrayîn ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve bibû armanc û di encamê de jî 176 rivîngên vê canê xwe ji dest dan hat dan.

Her di vê pêwendiyê de jî, dewleta Amerîkayê hewl dide bi hevahengiya hin welatên din baykutên zêdetir li dijî rayedarên rejîma Îranê ku di serkutkariyên xwînavî yên nerazîbûnan û tunditîjiya li dijî jinan de dest hebûne îlan bike.

Ji ber barimtegirtina ji aliyê Spaha Pasdaran a teroroîst ve jî, welatên weke Firansa, Holanda û Almaniyayê ji welatiyên xwe yên li Îranê daxwaz kirin ku demldest axa Îranê biterikînin.