Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komek rewşenbîr û nivîskarên cîhana ereb di daxuyaniyekê de piştevanî ji nerizatiyên Îranê kirin

11:18 - 8 Çirriya pêşîn 2022

Komek ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û kesatiyetiyên ferhengî yên cîhana ereb di daxuyaniyek hevpar de, şoreş û serhildana seranserî ya Îranê bi taybet jinên bivêr û azadîxwaz yên li dijî desthilatdariya zordar ya ayînî piştevanî kirin.

Di vê daxuyaniya hevpar de, aliyên pişkidar ev yek jî pejrandin ku rejîma Îslamî bilî serkutkarî, zilm, binçavkirin û bidarvekirinê bona jinav birina îradeya xelkê Îranê, ti destkeftek wisa tune bûye.

Roja Şemî 8`ê Çiriya Pêşîn jî, li bajarê Sîdinî ya welatê Ustraliyayê hevwelatiyên Îranê yên wir rûniştî, bi lidarxistina meşa nerizayetiyê û dana siloganên li dijî rejîma Îslamî, piştevaniya xwe ji serhildan û nerazîbûnên seranserî yên Îranê ragihandin.