Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê nerazî li Îranê şeqaman çol nakin

11:20 - 8 Çirriya pêşîn 2022

Duh şev xelkê serhildêr li piraniya bajarên Îranê rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan.

Li Weramînê xelkê li ser şeqaman xwenîşandana kirin û li dijî rejîmê silogan dan.

Li Tehranê xelkê li ser şeqaman siloganên “merg û neman bo dîktator” dan.
Li Tehranê xelkê nerazî tevî vê ku xwenîşandan kirin, benêra terorîst Qasim Silêmanî û Husên Hemedanî şewitandin.

Li Îsfehanê jî bi heman şêwe xelkê nerizayetiya xwe nîşan dan.

Li Lahîcanê û dehan bajarên din ên Îranê xelk rijiyane ser şeqaman û dijî herifîna wê rejîma dîktaror xwenîşandan kirin.