Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendê Kurd Husên Sefamenêş hate binçavkirin

11:22 - 8 Çirriya pêşîn 2022

Di berdewamiya binçavkirina welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hunermendê navdar ê Kurd “Husên Sefamenêş” roja Pêncşemî 14ê Rezberê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata bajarê Tehranê hatiye binçavkirin û qedera wî nexuya ye.

“Husên Sefameniş” 2 roj piştî kuştina hikûmetî a Jîna Emînî konsêrta xwe li bajarê “Hewlêr”ê hilweşand û ragihand ku hina şûnda bo ti karekê îzin ji Wezareta “Îrşad”a rejîmê wernagire û dengê xwe dixe kêleka dengê xelkê.
Herwisa ji aliyek din ve hunermendek din yê bi navê “Xebat Fedayî” xelkê gundê “Bûriyer” yê girêdayî bajarê “Sewlava”yê ku rûniştiyê bajarê “Tehran”ê bû ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Pêka raporên navendên mafê mirovî di 3ê heftiyên derbasbûyî de zêdetir ji 2 hezar kesên asayî û çalakvanên siyasî û medenî li Rojhilatê kurdistanê hatine binçavkirin.