Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îslamî di sînordar kirina pêwendiyên welatiyan digel cîhana derve de berdewam e

12:48 - 8 Çirriya pêşîn 2022

Wezîrê Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan yê rejîma Îranê Îsa Zari`î got, torên civakî yên weke Whatsapp û Înstgram dê bo hertimî fîltir bikin.

Di berdewamiya şoreş û serhildanên xelkê Îranê û belavbûna serkutkariya xwenîşanderan û tundtîjiya li dijî jinan ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve, Îsa Zari`î Wezîrê Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan yê rejîmê ragihand ku torên civakî yên Whatsapp û Înstgramê dê bo hertimî bên fîltir kirin.

Di destpêka serhildana seranserî ya xelkê Îranê de, karbidestên rejîmê bi parazîtxistin li ser kanalên mehwareyî yên ku xwenîşandanên xelkê yên li dijî serkutkariyên rejîmê belav dikin û fîltirkirina torên civakî bi hemû awayî hewl dide ku pêşî ji dengvedana şoreş û serhildana xelkê Îranê bigire.