Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îslamî parazît xiste li ser weşana Kurd kanalê

16:27 - 1 Çirriya pêşîn 2022

Navendên ewlehî yên rejîma Îslamî li Kurdistanê bi berdewamî bo bêdengkirina weşana Kurd kanal û ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hewl didin, bi mûşekên balistîk û dronênên xweteqîner, vê carê jî pena bo parazîtê biriye.

Dema ku mûşek û bombebaranan nekarîn dengê xebata axadîxwazî ya Kurd li ser ekranên Kurd kanalê û li zimanê kargirên medyayên Partiya Demokratê bê deng bike, di heyama çend rojên derbasbûyî de bi belavkirina parazîtê hewl daye berbestan çê bike.

Pêka vê nûçeyê û raporên ku li cihên cuda yên Kurdistanê ku gihîştin me, weşana Kurd kanalê li piraniya bajar û cihên Kurdistanê yên weke Bokan, Seqiz, Bane, Serdeşt û deverên din parazîtek tund li ser e.

Kurd kanal bi romalkirina zindî ya serhildanên Kurdistan û Îranê li 16 rojên derbasbûyî de, bi taybet bûyerên vê dawiyê yên mûşekbarana binkeyên Hizbê, û veguhastina Kurd kanalê weke tirîbûna mafxwazên neteweyên din û niha jî romalkirina mangirtina seranserî, bûye çiqkla nav çavê rejîma Îslamî û her bi vê sebebê ye jî bi belavkirina parazîtê dixwaze wî dengî kip bike.