Di berdewamiya mangirtina seranserî ya li Kurdistan û Îranê de îro 8`ê Çiriya Pêşîn li bajarê Mehabadê bazarî û esnafan mangirtin û dukan û bazar daxistin.
Hevdem digel banghêjiya seranserî bo kombûnên nerizatiyetiyê, roja Şemî 8`ê Çiriya Pêşîn, di 23emîn roja serhildana seranserî ya xelkê Kurdistan û Îranê de, xelkê bi daxistina bazar û dukanan, di bajarên weke, Bokan, Sine, Seqiz û Dîwandereyê de mangirtina seranserî berdewam kirin.