Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê nerazî li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê şeqam kirine çepera xebata xwe

15:30 - 8 Çirriya pêşîn 2022

Îro Şemî 16ê Rezberê xelkê piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê rijiyane ser şeqaman û carek din şeqam kirine çepera berxwedanî li dijî rejîma Îranê.

Li bajarê “Sine” tex û qatên cuda yên civakê bi hev re hatine ser şeqaman û alaya rejîmê şewitandin, rêyên sereke yên wî bajarî bi gurkirina agir girtin û li dijî rejîma dagîrker silogan dan.
Pêka nûçeyên belavbûyî heta niha kesek hatiye şehîdkirin û çend kes jî birîndar bûne.

Li bajarê “Seqizê” jî xelk rijiyane ser şeqaman û beşek ji rêyên wî bajarî girtin.
Herwisa hevwelatiyên bajarên Îranê yên weke “Tehran, Meşhed, Tewrêz, Reşt, Babûl, Kerec, Îsfehan, Şîraz, Erak, Kirman” rijiyane ser şeqaman û kerb û kîna xwe li dijî rejîma Îranê û herifîna wê rejîmê dane xuya.

Li Tehranê êrîş kirine ser binke û hêzên serkutkar yên rejîma Îranê.

Xwandekarên zanîngehên bajarê Îranê jî îro tev de serhildan û li dijî rejîmê xwenîşandan lidar xistin.

Hêzên tepeserker yên rejîmê weke berê êrîş kirine ser xelkê û bi gulle û gaza rondikrêj  nekarîn li hember îradeya xelkê rawestin.