Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro şeqamên Sineyê bêhna xwîna ciwanên şoreşger lê tê\ Heta niha 15 kes birîndar bûne

17:32 - 8 Çirriya pêşîn 2022

Hevdem digel destpêkirina xwenîşandanên nerazîbûnê yên li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîvroya roja Şemî 16ê Rezberê pêka dîmenên ku di nava torên civakî de hatine belavkirin ciwanekî kurd yê xelkê bajarê “Sinê” ku ajotvanê maşînê bûye hêzên tepeserker yên rejîmê bi awayekî rasterast teqe li serê wî kirine û hate şehîd kirine.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragihandiye ku, di xwenîşandanên îro yên bajarê Sineyê de herî kêm 2 kes bi gulleyên hêzên rejîmê bûne qurbanî û zêdetir ji 15 kesan jî birîndar bûne.
Piştî şehîdbûna 2 kesan li Sineyê şer û pevçûn li gelek taxên bajar de berfireh bû û ji taxên cuda dengê teqeyê tê bih