Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Serkevtin ji bo azadîxwazên nîştimana me ye

21:11 - 8 Çirriya pêşîn 2022

Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, peyamek rû li ciwanên nîştiman belav kir.

Mistefa Hicrî di vê peyamê de dibêje, yekbûn û teslîmnebûna xort û keçên Îranê, rejîma Îslamî tûşî bê hêvîbûnê kiriye.

Deqa peyamê wiha ye:

Hevwelatiyên xebatkar!

Keç û xortên azadîxwaz!

Mandî nebin û destxwaşiyê ji we re dibêjim bona çalakiyên berfireh û yekgirtîbûna we di heyama wan çend rojên derbasbûyî de, bitaybet îro 16`ê Rezberê\  8`ê Çiriya Pêşîn.

Xatircem bin ku ev yekbûn û teslîmnebûna we hevdeng digel tev azadîxwazên Îranê, rejîma Îslamî tûşî sergêjî û bêhêvîbûnê kiriye.

Berdewam bin, serkevtin bo we ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî

Mistefa Hicrî

16`ê Rezbera 1401`an

8`ê Çiriya Pêşîn a 2022`an